|
HELEBÇE
Em bi
hevre mirin mirovno!
pênc hezar insan,
ne şinahiya asîman,
ne xweşikbûna kûlîlkan,
ne jî herikîna çem û rûbaran xema me ne êdî.
Stranên me yên evîniyê rawestan
lê negerin
naxuye
di bîbûkên me de jiyan.
Ji xwe em xizmê hev bûn
xewn û xiyalên me wek hev,
em bi hevre mirin
pênc hezar insan.
pîr û
kal
Min tu
car nebîhistibû dengekî wiha
bêhneke wiha min nekişandîbû cerga xwe
derewan nakim.
Dibe ku kêla min ne ji mermerê bûya
an we kûlîlkek neçikanda li ser gora min.
Jixwe
nîvmirî bûn em,
tirsiyam dîsa jî
derewan nakim.
Lê ew
zarok çima bi mere ne,
qey wê ne jiyan
bê nasnav be jî
an xizaniyek bi xedar.
dergûş
Çi
bêjim bê feyde ye
hatin û çûn a min bi hev re,
jixwe
hê nav jî li min ne hatibu kirin.
dayik
Va bêbavan
pirtûkên pîroz jî ne xwendine
ji evînê bê par in,
berxê min di dergûşê de ma
destên min bûn dareke hişk
û me hev hembêz nekir.
zarok
Min
digot qey
ev jî lîstokek e,
hey hawar dikim
kes nayê banga min.
Goga bavê min îroj kirî jî
ma li hewşê de,
wê kî pê bilîze gelo
kes ma?
mamoste
Çiqas
li min xweş dihat
evînê hînê zarokan kim,
hevaltî,biratiyê
Hê zengila betlanê lê nexistibû
ev mirin çi ma?
û li depreşê nîvco ma
nivîsa miroheziyê.
axa
Ev çend
mal û milk
ev çend dirav û zêr
û bêdadiya min...
nekarî rawestîne mirinê,
min digot wê emê ne tê de bin
çi ma em haydar nekirin?
xort
Min
gustîlkek kirîbû
ji bo gulbihara xwe,
va em bi hev re çûn
wê ya bidin yeke din
min ji bo wê hewce nema.
şivan
Hê nû
zayî bû
kara bizina bedew
yekcar şîr nemêtibû hê,
li ber xwe nakevim
bizanin,
me bi hev re veşêrin
di bextê we de me
bi segê har re.
helbestvan
Kê
digot
wê hewqas bi wate be helbesta me
ku tu car pênus a min
xwîn ne rijand.
xweda
E jî
şaş mam bawerkin
kê destûra vê komkujiyê da
li min biborin
ketime bextê we!
mirovahî
Hûn bi
hev re mirin
bi wekhevî bi biratî
rûreşî para me!
dîrok
Bû deqek tenî
rûnişt li ser eniya min
navê te Helebçe.
EZ HÊVÎ DİKİM MİROVNO!
BİLA KES LI DERIYÊ DILÊ MİN NEXE
ÎŞEV
DIXWAZIM BIGIRÎM TÊRA XWE.
BERKEN BEREH
|