|
HELEPÇE
Kurdaxi
keçça
min
ji bîr nakim
ez te tucrî
ne siba ne
jî piştî hezar salî
dilêm de[
tim xezal î
keça şêrîn
bedew û buha yî ]
delala min
çav girtî
lêkirine
kefenê sipî
xwatir ji
min xwastî
neyarê gemar
gurê
harrrrrrrr
tu ji min
dizî
ew Sedamê
pîs û genî
lawê tolaz
û
benî
têrnebû ji
xwîna me
kîna dilê wî
qirêjî
bi çekên
kîmawî
bi ser me
de[ barî
jiyan kuşt
li vî warî
wê marê
bexdayê
xwîn ji
dilêm berdayî
gelêm koçber
[
jaaaaaar [
perîşan kirî ]
li vir komê
zarokên şîrmijî
xwîn ji devê
wan dirijî
li wir
laşê kalin heştê salî
qêrîna
dayîkan
hawara keç û
xortan
nalîna
birîndaran
awaz û
giriyê zarokan
dikirin
hawar hawar
hawaaaaaaaaaarr
li guhên
mirovatiyê
bibûn dîwar
[
jibîkirin em
wek her car
sewî li ber
dîwar
bîhna mirinê
ji Helepçee
hate der
giha Efrîn û
Qamişlok]
de rabe gelê
mino rabe
nifira
mirinê ji ser xwa çeke
îdî bese
serî hilde
ji ez ezokê
Dev berde
binirin li
Helepçe
wêran kirin
ew gur û hurçe
em kirine
perçe perçe
ta kîngê em
ê bimînin
bindesteeeeeeee
|